Şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqqa, Bagera Cizîrê (25 Îlon - 16 Cotmeh 2017)

  • 18 Cotmeh 2017 | Şehîd

Reqqa bi temamî hatiye rizgarkirin. Şervanên QSD bi pêşengtiya YPG û YPJ di du rojên dawî de bi rizgarkirina Nexweşxaneya Wetenî, Dewara Neîm û Stadyoma Reqqa nuqteyên dawî yên DAIŞ’ê li navenda Reqqayê paqij kirin. Operasyonên ewlekirina bajar destpê kiriye û piştî encamgirtina wan çalakiyan wê rizgarkirina Reqqa bi awayekî fermî werê ragihandin.
 
Hêzên Sûriya Demokratîk di çend pêngavên dîrokî ji Mijdara 2016’an ve li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Reqqayê di xebatekî dijwar de ne. Bêguman ev serkeftin bê şehadet û fedakariyên ku hatine jiyankirin pêkan nedibû. Rizgarkirina Reqqa wê weke encamê yekîtiya gelên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û hemû pêkhateyên Sûriyê di dîrokê de bê nivîsandin.
 
Li vir em nasnameya yazdeh hevlên xwe îlan dikin ku di navbera 25’ê Îlon û 16’ê Cotmehê li Reqqa û Dêrazorê di encama çalakî û operasyonên rizgariyê gihiştine şehadetê.
 
Weke YPG, di serî de ji malbata şehîdan, ji hemû gelên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û bi vê yekê soza xwe nû dikin ku xwedî li ked û mîrasê şehîdên xwe derkevin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Bahoz Êlih
Navê Rast: Bilal Akman
Navê Dayîkê: Şekernaz
Navê Bav: Sedat
Cihê ji Dayîkbûnê: Êlih
Cîh û Dîroka Şehadetê: 12-10-2017 Reqqa
Nav û Paşnav: Ciwan Qamişlo
Navê Rast: Mihemed Hemad Silêman
Navê Dayîkê: Şofe
Navê Bav: Hemade
Cihê ji Dayîkbûnê: Qamişlo
Cîh û Dîroka Şehadetê: 14-10-2017 Reqqa
Nav û Paşnav: Ciwan Şedadê
Navê Rast: Xidir Ferhan Siltan
Navê Dayîkê: Eyde
Navê Bav: Ferhan
Cihê ji Dayîkbûnê: El-Hefa
Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Diyar Çilaxa
Navê Rast: Ehmed Eswed El-Hesûd
Navê Dayîkê: Fatime
Navê Bav: Eswed
Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Esed Şedadê
Navê Rast: Hemd El-Hesen
Navê Dayîkê: Semîre
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê ji Dayîkbûnê: El-Hine El-Şerqiye
Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Hecî Mega
Navê Rast: Mihemed El-Hemed
Navê Dayîkê: Cemîle
Navê Bav: Mihemed Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Heleb
Cîh û Dîroka Şehadetê: 11-10-2017 Reqqa
Nav û Paşnav: Ibrahîm
Navê Rast: Ibrahîm El-Casim
Navê Dayîkê: Sead
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa Semra
Cîh û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Reqqa
Nav û Paşnav: Ibrahîm
Navê Rast: Ibrahîm El-Şibilî
Navê Dayîkê: Xudehmed
Navê Bav: Ebdullah
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa Semra
Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Reqqa Semra
Nav û Paşnav: Mazlûm Qamişlo
Navê Rast: Hemo Abid Şêxo
Navê Dayîkê: Xinse
Navê Bav: Abid
Cihê ji Dayîkbûnê: Qamişlo
Cîh û Dîroka Şehadetê: 14-10-2017 Reqqa
Nav û Paşnav: Şahîn Şedadê
Navê Rast: Ibrahîm Siltan
Navê Dayîkê: -
Navê Bav: Xelîl
Cihê ji Dayîkbûnê: El-Hine El-Şerqiye
Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Sîwar Girê Spî
Navê Rast: Sîwar Xelîl
Navê Dayîkê: Bêrîşan
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê ji Dayîkbûnê: Girê Spî
Cîh û Dîroka Şehadetê: 16-10-2017 Reqqa
 
Navenda Ragihandina YPG | 18 Cotmeh 2017