Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê (25 Îlon – 2 Cotmeh 2017)

  • 6 Cotmeh 2017 | Şehîd

Li bakurê herêma Dêrezorê piştî ku Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di dîroka 9’ê Îlonê de pêngavekî leşkerî da destpêkirin, şervanên QSD bi pêşengtiya YPG û YPJ’ê piştevaniya xwe ji bo wê hemlê ragihandin û heta roja îro di çeperên herî pêş de cihê xwe digirin. Li wir gelek nuqteyên stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin û bi deh hezaran welatiyên bajar û gundê Dêrezorê hatine rizgarkirin.
 
Di şerên ku di encama çalakî û operasyonên ku di navbera 25’ê Îlon û 2’ê Cotmehê li bakurê Dêrezorê hatiye meşandin de çar rêhevalên me ku bi qehremantî hêriş biribûn li ser dijmin û li ber xwe dabûn, gihiştine şehadetê.
 
Weke YPG û YPJ, di serî de ji malbata van şehîdan, ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixawzin û bi vê boneyê soza xwe nû dikin ku şopdarê mîrasê şehîdan bin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Agirî Hesekê
Navê Rast: Xalid El-Xidir
Navê Dayikê: Fide
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Baz Cezra
Navê Rast: Xelef El-Hisên
Navê Dayikê: Enad
Navê Bav: Ebûd
Cihê Ji Dayikbûyînê: Şuyhan Mîlac
Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Goran Cezra
Navê Rast: Ebdulah El-Şêx
Navê Dayikê: Ceda
Navê Bav: Yasîn
Cihê Ji Dayikbûyînê: Heza
Cih û Dîroka Şehadetê: 01-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Xalid Hesekê
Navê Rast: Ebdulah El-Asî
Navê Dayikê: Beta
Navê Bav: Henîf
Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 02-10-2017 Dêrazorê
 
Navenda Ragihandina YPG | 6 Cotmeh 2017