Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê (25 - 30 Îlon 2017)

  • 3 Cotmeh 2017 | Şehîd

Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bakûrê bajarê Dêrezorê ji çeteyan bi hemû dijwariya xwe didome. Li bakûrê çemê Firatê pêşdeçûna şervanên QSDê bi piştgirî û tevlîbûna Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor, gelê herêmê û di bin pêşengtiya YPG û YPJê de didome.
 
Rojên çûyî de bajarokê Siwar piştî şer û pevçûnên giran ji çeteyan hatibû rizgarkirin. Di encama şer û pevçûnên giran de piştî ku li başûrê Siwêr 3 mezrayên din jî hatin rizgarkirin, şervan ji çar baskan ve ketin tevgerê. Pêşdeçûnên ewqas bilez û bibandor jî bi saya fedakartî û lehengiya şervanên azadiyê pêkan e.
 
Di navbera dîrokên 25 û 30ê Îlonê de li vê herêmê, di dema şer û pevçûnên giran de heşt hevalên ku ji pêkhateya Ereb û zarokê herêmê bixwe ne, ji bo rizgarkirina axa xwe bi lehengî şer kirin û gihîşin şehadetê.
 
Herwiha nasnameya rêhevalê me Ehmed El-Sayîr ku di berxwedana 26'ê Îlonê li Reqqayê gihiştibû şehadetê bi vî awayî tê ragihandin.
 
Em weke YPG û YPJ, di serî de ji malbatên şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku heya di herêmê de yek bermahiyeke çeteyan nemîne emê şerê wan bidomînin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Botan
Navê Rast: Silêman Merwan
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Merwan
Cihê Ji Dayikbûyînê: Cezwere
Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Dijwar Cerablus
Navê Rast: Mehmûd Ibrahîm
Navê Dayikê: Ayişe
Navê Bav: Ebdûlah
Cihê Ji Dayikbûyînê: Cerablus
Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Dilxwaz Serêkaniyê
Navê Rast: Silêman Çaçan
Navê Dayikê: Rabaa
Navê Bav: Xidir
Cihê Ji Dayikbûyînê: Menacîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêrazorê, Siwêrê
Nav û Paşnav: Ehmed El-Sayîr
Navê Dayikê: Emîra
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûyînê: Reqqa
Cih û Dîroka Şehadetê: 26-09-2017 Reqqa
Nav û Paşnav: Hogir
Navê Rast: Ebdo
Navê Dayikê: Fide
Navê Bav: Mişêrfe
Cihê Ji Dayikbûyînê: Cezra
Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Murad Cezra
Navê Rast: Mihemed Şelaş
Navê Dayikê: Xidre
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûyînê: Cezra
Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Şervan Til Temir
Navê Rast: Qasim Betîran
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Şiyar Til Koçer
Navê Rast: Qaim Hesen
Navê Dayikê: Resmiye
Navê Bav: Xidir
Cihê Ji Dayikbûyînê: Til Koçer
Cih û Dîroka Şehadetê: 30-09-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Umran Cezra
Navê Rast: Elî Hemîd
Navê Dayikê: Xelfe
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûyînê: Cezwere
Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Dêrazorê
 
Navenda Ragihandina YPG | 3 Cotmeh 2017