Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê ( 7-15 Sibat 2018 )

  • 19 Sibat 2018 | Şehîd

Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrezorê ku bi pêşengtiya hêzên QSD, YPG û YPJ hatibû destpêkirin bi dijwarî berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de operasyonên ku li ser çeteyên DAIŞ’ê tên lidarxistin de 2 rêhevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Her wiha rêhevalekî me jî ku li Girêspî li ser erka xwe bû di encama qezayekî de şehîd ketiye.

 

Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên me yên qehreman bibîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Baran Welat

Nav û Paşnav: Beşar Yusif

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Yusif

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 15 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Kendal Kobanê

Nav û Paşnav: Şahîn Seîdo

Navê Dayikê: Edla

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û Dîroka Şehadetê: Girêspî / 14 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Polat

Nav û Paşnav: Mitab El Kurdî

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ubeyd

Cihê Ji Dayikbûnê: Eyn Îsa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 7 Sibat 2018

 

Navenda Ragihandina YPG | 19 Sibat 2018