Şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê, Rizgarkirina Reqqa (30 Îlon – 11 Cotmeh 2017)

  • 13 Cotmeh 2017 | Şehîd

Pêngava Bagera Cizîrê ya li bakurê Dêrazorê û Cenga Mezin ya rizgarkirina Reqqayê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bênavber didome. Şervanên Ereb û Kurd, zarokên vê herêmê, bi pêşengtiya YPG û YPJ di xebatekî dûr û dirêj de bajarên xwe ji zilm û terora DAIŞ’ê rizgar dikin. Dîmenên ku ji rizgariya gelên Reqqa û Dêrazorê rojane li ser ekranê telvizyonan tên dîtin bi serê xwe kêfxweşiya wê azadiyê dide ber çav. Gelên Rojava û bakurê Sûriyê bi yekîtiya xwe bûne mînaka zindî ya biratiya gelan.
 
Di şer û pevçûnên ku di çarçoveya her du pêngavên navborî di navbera 30’ê Îlon û 11’ê Cotmehê li dijî çeteyan hatiye meşandin de neh hevrêyên me yên ku bi dilekî cesûr beşdarê çalakiyan bûne û li ber xwe dane, gihiştine şehadetê.
 
Weke YPG û YPJ, di serî de ji malbata van şehîdan, ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku bi vê têkoşîna hevpar rastiya Şoreşa Sûriyê biparêzin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Alan Ararat
Navê Rast: Ehmed Şêxo
Navê Dayîkê: Necla
Navê Bav: Mehmûd
Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkaniyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 11-10-2017 Reqqa
Nav û Paşnav: Ciwan Erebo
Navê Rast: Ebdûlselam El-Herîs
Navê Dayîkê: Roza
Navê Bav: Xalis
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Dijwar Hesekê
Navê Rast: Mihemed Ehmed El-Xelef
Navê Dayîkê: Menar
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017 Siwêrê, Dêrazorê
Nav û Paşnav: Ferhad Hesekê
Navê Rast: Cemîl El-Meşel El-Hemad
Navê Dayîkê: Meryem
Navê Bav: Xelîf
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Idrîs Şakir
Navê Rast: Rêber Şakir
Navê Dayîkê: Fexriya
Navê Bav: Fewaz
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Raman
Navê Rast: Yusif Hemz Beybu
Navê Dayîkê: Ezîze
Navê Bav: Alan
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 09-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Rêzan
Navê Rast: Mehmûd Xidir Ebdulah
Navê Dayîkê: Salihe
Navê Bav: Xidir
Cihê ji Dayîkbûnê: El-Erîşe
Cîh û Dîroka Şehadetê: 30-09-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Sîpan Hesekê
Navê Rast: Ebdulkerîm Ebdulah
Navê Dayîkê: Kewser
Navê Bav: Seîd
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 11-10-2017 Dêrazorê
Nav û Paşnav: Xelîl
Navê Rast: Xelîl Mizkad
Navê Dayîkê: Ismihan
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10-10-2017 Reqqa
 
Navenda Ragihandina YPG | 13 Cotmeh 2017