Şehîdên Pêngavên Cenga Mezin û Bagera Cizîrê

  • 9 Cotmeh 2017 | Şehîd

Operasyonên Cenga Mezin ya rizgarkirina Reqqa û Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Bakûrê Dêrezorê, bê rawestan didomin. Di çarçoveya operasyonan de li Reqqayê çeteyên DAIŞê di nav %15ê bajar de hatine dorpêçkirin; li gel vê li Bakûrê Dêrezorê herêmên di bin kontrola çeteyan de bi operasyonên ji çar baskna ve yek bi yek têne rizgarkirin.

 

Li Reqqa, piştî vala derxistina hewldana êrîşê ya berfireh ji alî çeteyan ve, qadeke berfireh ji herêmên di bin kontrola çeteyan hate qutkirin û dorpêçkirin. Li vê herêmê û li taxên navendî yên bajar şer û pevçûnên giran û pêşketina şervanan, di bin pêşengtiya hêzên YPG û YPJê didome. Li bakûrê Dêrezorê jî di bin pêşengtiya YPG û YPJê û bi tevlîbûneke çalak ya Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor, pêşketina şervanên QSDê didome. Li gel gelek gundên ku heya niha hatine dorpêçkirin, êrîşên çeteyan yên li ser herêmên rizgarkirî careke din vala hate derxistin, mîkdarek zêde çek û cebilxane û termên gelek çeteyan hate desteser kirin.

 

Di meşa serkeftî ya tunekirina DAIŞê de tevlîbûna fedaî ya şervanan xwedî roleke girîng e. Bi taybet pêşketinên bilez yên li Dêrezorê, bi saya yekser bersivdan şikandina êrîşên çeteyan û êrîşên bibandor li hember komên çete pêkan in. Dîsa ji bo parastina sengerên xwe û herêmên rizgarkirî, di navbera dîrokên 27ê Îlonê û 10ê Cotmehê de li herdû eniyan 10 rêhevalên me yên din bi şehadetên xwe nehiştin ku çeteyên DAIŞê yek metre pêşbikevin.

 

Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ di şexsê van şehîdên xwe de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Em di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê Rojava û Bakûrê Sûrî re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ji bo pêkanîna armancên wan emê têkoîîna wan bilind bikin.

 

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

1507549380-Arges_Agir.jpg (478×661)

Nav û Paşnav: Argêş Agir
Navê Rast: Îslam Ekîncî
Navê Dayîkê: Menîce
Navê Bav: Silêman
Cihê ji Dayîkbûnê: Mêrdîn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 05-10-2017, Reqqa

1507549393-Cudi_Tirbespiye.jpg (478×661)

Nav û Paşnav: Cûdî Tirbespiyê
Navê Rast: Beşar El Wasil
Navê Dayîkê: Meryem
Navê Bav: Ebdurrehman
Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 22-09-2017, Reqqa

1507549404-Demhat_Heseke.jpg (478×661)

 

Nav û Paşnav: Demhat Hesekê
Navê Rast: Ebdulteyf El Hemed
Navê Dayîkê: Melîke
Navê Bav: Ebdullah
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017, Dêrezor

 

Nav û Paşnav: Dijwar Hesekê
Navê Rast: Mihemed El Xelef
Navê Dayîkê: Ened
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017, Dêrezor

Nav û Paşnav: Egîd Hesekê
Navê Rast: Ebdullah El Hemûd
Navê Dayîkê: Emşe
Navê Bav: Ebbas
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 29-09-2017, Dêrezor

 

Nav û Paşnav: Ezam Cezra
Navê Rast: Mihemed Brahîm
Navê Dayîkê: Matra
Navê Bav: Brahîm
Cihê ji Dayîkbûnê: Cezra
Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017, Dêrezor

Nav û Paşnav: Mazlûm Dêrik
Navê Rast: Remezan Findî
Navê Dayîkê: Kihar
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrik
Cîh û Dîroka Şehadetê: 04-10-2017, Reqqa

Nav û Paşnav: Mihemed Elyan
Navê Dayîkê: Sîhem
Navê Bav: Hemûd
Cihê ji Dayîkbûnê: Zeyn-ul Merc
Cîh û Dîroka Şehadetê: 04-10-2017, Ebû Xeşeb

Nav û Paşnav: Heqî Amûdê
Navê Rast: Elî Mihemed Hemeş
Navê Dayîkê: Sabha
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 07-10-2017, Dêrezor

Nav û Paşnav: Kemal Dirbesiyê
Navê Rast: Mihemed Fewaz Surgicî
Navê Dayîkê: Şemsê
Navê Bav: Fewaz
Cihê ji Dayîkbûnê: Dirbesiyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 05-10-2017, Dêrezor

 

 

Navenda Ragihandina YPG | 9 Cotmeh 2017