Şehîdên Kantona Cizîrê (11 Kanûn)

  • 11 Kanûn 2016 | Şehîd

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Piştî rizgarkirina Şedadê û gundewarên derdorê wê di Sibata 2016’an de, ew herêma stratejîk li başurê Hesekê her tim bûye armanca hewldanên çeteyên DAIŞ’ê ku careke din bajar dagir bikin. Ji ber wê yekê çeteyan bi hemû cûre silahên giran bi şev û roj êrîşê Şedadê kirine û êrîşên wan heta îro jî dewam dike.

 

Herî dawî di 8’ê Kanûnê de di encama êrîşên çeteyan li dijî gundê Mekmen de pevçûnên dijwar di wê herêmê de rû dan, lê di encama berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin de ew hewldan jî hate têkbirin. Du rêhevalên e ku di şikandina êrîşên dijmin de rolên sereke leyîstin bi berxwedanekî mezin gihiştibûn şehadetê, nasnameyên wan îro tê ragihandin.

 

Her wiha di 6’ê Kanûnê de rêhevalê me Egîd Qamişlo (Ehmed El-Ehmed) di dema ku erk û peywira xwe li herêma Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê pêk dianî di encama qezayekê gihişte şehadetê.

 

Weke YPG, em ji malbata şehîdan û tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin, di kesayeta her sê şehîdan de cangoriyên azadiyê bibîr tînin û soz didin ku şopdarê rêya wan bin.

 

Nasnameya şehîdan wiha ye:

 

 

Nav Û Paşnav: Qenas Dirbasiyê

Navê Rast: Ebdulbasit Himêdî

Navê Dayikê: Zeîma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbuyînê: Dirbasiyê

Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê. Mekmen 08.12.2016

 

 

Nav Û Paşnav: Yilmaz Herekol

Navê Rast: Wail Mecîd

Navê Dayikê: Aliya

Navê Bav: Mehmud

Cihê Ji Dayikbuyînê: Dirbasiyê

Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê. Mekmen 08.12.2016

 

 

Nav Û Paşnav: Egîd Qamişlo

Navê Rast: Ehmed El-Ehmed

Navê Dayikê: Xalidiye

Navê Bav: Casim

Cihê Ji Dayikbuyînê: Qamişlo

Cih Û Dîroka Şehadetê: Tirbesipiyê 06.12.2016

 

Navenda Ragihandina YPG |11 Kanûn 2016