Şehîdên Hesekê (16-17 Adar 2017)

  • 20 Adar 2017 | Şehîd

Bajarê Hesekê destpêka şoreşê heya vê gavê bi sedan keç û xortên xwe ji bo welatekî azad de bijîn diyarî axa pîroz kirin. Ji bo pêkhateyên herêmê rewşekî aram bijîn hîn berdêlên giran didin.

 

Em îro du hevalên ku ji bajarê Hesekê ne şehîd ketine ji gelê xwe re aşkere dikin. Hevalên me Siwar û Ziyad rixmê kû her du jî zewicîbûn bi germahiya şoreşê re bûn evîndarê azadiyê. Her du hevalên me dema erk û peywira xwe ya parastinê li herêma Hesekê bi cih di anîn gihiştine şehadetê.

 

Weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin. Serî de malbatên her dû şehîdan û tevahî gelên me yên Rojava û Bakurê Surîyê re sersaxiyê dixwazin. Ji bo welatekî azad de bijîn tekoşîna xwe hîn bilindtir bikin soza xwe nû dikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nav û Paşnav: Siwar Hesekê

Navê Rast: Ebdurrehman Şiwêx

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Îsa

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 17-03-2017

 

 

Nav û Paşnav: Ziyad Hesekê

Navê Rast: Mehmud Hec Fetah

Navê Dayikê: Edla

Navê Bav: Hemîd

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, Gundê Um Midfê / 16-03-2017

 

Navenda Ragihandina YPG | 20 Adar 2017