Şehîdên Berxwedana Qadiriyê, Bendava Tişrîn (5 Mijdar 2016)

  • 8 Mijdar 2016 | Şehîd

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
Şervanên gelê me yê berxwedêr, di bin her şert û mercan de li hember dijminên gelan ji serkeftin pêvetir çi rêya din esas nagirin. Ji bo pêkanîna vê erka pîroz çi astengî nasnakin û xwe gorî kirine welatê xwe de bi dilxwazî tevdigerin.
 
Ev hêza mezin a serkeftinê, di dîrokê de pirr kêm bûye nesibê gelan. Lewma gelê me di bin metirsiya mirinê de jî be, tim xwedî li şervanên xwe derketine û tevî şervanên xwe yên leheng li ser dijminên xwe de xezeb barandine.
 
Bêguman ev serkeftin bi bedelên mezin tên bi dest xistin. Ev bedel jî ciwanên giranbûha yên gelên me ne. Mixabin em îro şehadeta şeş rêhevalên xwe yên din radigihînin.
 
Di 5ê Mijdarê de çeteyên DAIŞê êrîşek berfireh biribûn li ser gundên Kurdîsan, Qediriyê û Şemseddîn yên giredayî Kobanê. Hêzên me li wê qadê bi awayekî tund bersiv dan êrîşê çeteyan û êrîşên wan vala derxistin, li gor agahiyên destpêkê me di daxuyaniya xwe de dabû, di wê şerê dijwar de bi giştî şeş hevalên me gihiştine şehadetê.
 
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soz didin ku em heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin, û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Adar Ararat
Navê Rast: Zozan Hacîdo
Navê Dayikê: Nurî
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbuyînê: Makû
Cih û Dîroka Şehadetê: 05-11-2016 Qadiriyê
Nav û Paşnav: Casim Kuwaî
Navê Rast: Ebû Mihemed
Navê Dayikê: Emîne 
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbuyînê: Qarduşan
Cih û Dîroka Şehadetê: 05-11-2016 Qadiriyê
Nav û Paşnav: Dogan
Navê Rast: Xalid Ellawî
Navê Dayikê: Xewla
Navê Bav: Cûma
Cihê Ji Dayikbuyînê: Elewezzor 
Cih û Dîroka Şehadetê: 05-11-2016 Qadiriyê
Nav û Paşnav: Egîd
Navê Rast: Mihemed Nizar Şerîf
Navê Dayikê: Yazê
Navê Bav: Settam
Cihê Ji Dayikbuyînê: Ewweç
Cih û Dîroka Şehadetê: 05-11-2016 Qadiriyê
Nav û Paşnav: Erdal 
Navê Rast: Ebdilkerîm Casim
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbuyînê: Ewweç
Cih û Dîroka Şehadetê: 05-11-2016 Qadiriyê
Nav û Paşnav: Welat
Navê Rast: Mistefa Dibo
Navê Dayikê: Yazê
Navê Bav: Bozan
Cihê Ji Dayikbuyînê: Ewwaç
Cih û Dîroka Şehadetê: 05-11-2016 Qadiriyê
 
Navenda Ragihandina YPG | 8 Mijdar 2016