Şehîdên Berxwedana Ezawî (Tebax 2016)

  • 21 Cotmeh 2016 | Şehîd

Di 23'ê Tebaxê çeteyên DAIŞê êrîşek berfireh biribûn li ser gundê Ezawî û qadekî direjahiya 15km ê dikeve başûrê Şedadê. Çeteyên ji Iraq, Reqa û Dera Zor hatibûn kom kirin tevî çekên giran û maşîneyên zirxî 3 roj êrîşên xwe berdewam kirin. Di wan 3 rojan de çeteyan bi 6 maşîneyên tijî teqemenî êrîş birin li ser hêzên me lê her 6 maşîne jî beriya bigihê çeperên hêzên me ji aliyê şervanên me ve hatin ruxandin.
 
Piştî şerên dijwar ên 3 rojan de êrîşê çeteyan bi temamî tek çû. Di wan şeran de 108 çeteyên DAIŞê hatin kuştin. Di şerê 3 rojan de deh hevalên me yên ku li pêşiya êrîşên çeteyan girtin û bi lehengî şer kirin gihiştin şehadetê. Îro em nasnameya du ji wan hevalên şehîd radigihînin. Her wiha hevalê me Mîtan Dêrik di 30'ê Îlonê de di encama qezayekê jiyana xwe ji dest daye û tevlî karwanê şehîdan bûye.
 
Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di serî da malbata her sê şehîdan, em ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê her tim şopdarê rêya şehîdên xwe bin, em ê tucarî armanca van şahadetan ji dilê xwe dernexin ta ku hêjayî wan bin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Baran
Navê Rast: Yusif Seîd
Navê Dayikê: Gemra
Navê Bav: Faris
Cihê Ji Dayikbuyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 23-8-2016 / Şedadê, Gundê Ezawî
Nav û Paşnav: Lewend
Navê Rast: Elî  Elsayir
Navê Dayikê: Hefta
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Ji Dayikbuyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 23-8-2016 / Şedadê, Gundê Ezawî
Nav û Paşnav: Mîtan Dêrik
Navê Rast: Remezan Hacî
Navê Dayikê: Sarya
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbuyînê: Dêrik
Cih û Dîroka Şehadetê: 30-9-2016 / Encama Qeza De
 
Navenda Ragihandina YPG | 21 Cotmeh 2016

Daxuyanî di derbarê teqîna li roja 5ê Îlonê li Efrînê rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Îlon 2021

Em rêheval Hogir Narîn Botan bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapameniya YPG | 03 Îlon 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Fermandariya Giştî ya YPG | 20 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Tebax 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29 Tîrmeh 2021

Daxuyaniya di derheqê Şehîdgeha Efrînê de

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 24 Tîrmeh 2021

Salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê pîroz be

Fermandariya Giştî ya YPG | 18 Tîrmeh 2021

Daxuyanî di derbarê rapora NY a bi dîroka 6ê Gulanê, 2021

Nûrî Mehmûd, Berdevkê fermî ê Yekîneyên Parastina Gel | 28ê Pûşperê, 2021