Şehîdên Bagera Cizîrê û Tebqa ( 5-6 Çile 2018 )

  • 9 Çile 2018 | Şehîd

Pêngava Bagera Cizîrê a ku 9’ê Îlonê de bi beşdarbûna hêzên QSD’ê, Meclîsa Leşkerî a Dêrezorê, YPG’ê û YPJ’ê bi armanca paqjkirina çeteyên DAIŞ’ê li herêma Dêrezorê berdewam dike. Di 6’ê Çileyê de rêhevalekî me li dijî çeteyan bi qehremanî şer kir,gihişt şehadetê.

 

Her wiha rêhevalekî me ku li Tebqayê li ser erka xwe bû di encama qezayekî de şehîd ket.

 

Em weke YPG û YPJ’ê hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza bilindkirina tekoşînê û mayîndekirina şoreşê careke din nû dikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Gîvara Kaniya Kurda

Nav û Paşnav: Mustafa Remo

Navê Dayikê: Werde

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 5 Çile2018

 

 

Nasnav: Xebat Dêrik

Nav û Paşnav: Salih El Hemuş

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Xidir

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 6 Çile 2018

 

Navenda Ragihandina YPG | 9 Çile 2018