Îlan Dara jî bû şopdarê Avesta û Arîn

  • 9 Adar 2018 | Daxuyanî

Rêhevalê me Îlan Dara roja 8'ê Adarê li hemberî çeteyên dewleta Tirk a faşîst (çeteyên El-Nusra û El-Qaîde) ên ku êrîşî herêma Cindirêsê kirin, çalakiyeke fedayî pêk anî.

 

Çawa ku di berxwedana Kobanê de Arîn Mîrkan û di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de rêhevala me Avesta Xabûr, bi çalakiyên xwe bûne rihên  serkeftinê, hevalê me Îlan Dara jî bû şopdarê wan ê serkeftinê.

 

Rêhevalê me Îlan Dara careke din îsbat kir ku bi rihê azadiyê, bi bîr û bawerî li hember dijmin sekinandin, xeta serkeftinê ye . Rêhevalê me Îlan bi vê çalakiya xwe ya fedayî rihê demê û rihê serdemê jiyan kir. Em ê di şopdariya heval Îlan de serbikevin û dagirkeriya faşîzma Tirk têk bibin.

 

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

 

 

Nasnav: Îlan Dara

Nav û Paşnav: Ehmed El Welo

Navê Dayikê: Remziye

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Şehba

Cih Dîroka Şehadetê: Efrîn, Cindirêsê / 8 Adar 2018

 

 

 

Fermandardariya Giştî ya YPG | 9 Adar 2018