Îdiayên Dewleta Tirk Ne Rast İn

  • 16 Kanûn 2016 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Carek din dewleta Tirk li ser zimanê wezîrê xwe yên karê derve weke her car  bi derew îdia dike kû Yekîneyên Parastine Gel YPG destê wê di teqîna Stenbolê ya roja Şemiye (10 Kanûnê) de heye, kesê xwe teqandî ji Rojava derbasî Tirkî bûye û çekê ku Koalisyon dide YPG li dijî dewleta Tirk tê bikar anîn.

 

Bi van îdiayên ku dewleta Tirk li ser derewan avakiriye hewl dide  siyaset û îdeolojiya xwe ya qirêj û kumkojiyê ku li ser gelên me yên Tirkiyê pêktîne wenda bike.

Ev îdiayê ku dewlete Tirk dike tu rastiya xwe nine, tenê hinek hewldanên vala ne, dixwaza bide xuyakirin kesên dewleta Tirk hedef digrin ji derve ne, rixmî ku her tiştê hatiye li ser herêmê ji qirêjiya şer û ne lihevkirin bi destê Receb Teyib Erdogane û piştgiriya wî ji komên terorîst yên cûr be cûr e.

 

Ruxmî êrîş û binpêkirinê wê ji sînorê Rojava û çeperên Hêzên me yên rojane, em tekez dikin ku me tucarî dewleta Tirk hedef ne girtiye.

Em wek Yekîneyên Parastine Gel YPG bangawazî li hemû dewletên navnetewî û cîhanê dikin ku  li pêşiya binpêkirina dewleta Tirk li ser Rojava û îdiayên wê yên derew derheqê gelê me yên Rojava de bisekinin.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

16 Kanûn 2016