Îddîayên ku hêzên me di operasyona Idlibê de cîh bigrin ji rastiyê dûr in

  • 16 Îlon 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Bi zêdebûna îhtîmala operasyoneke leşkerî ya li ser parêzgeha Îdlib û hawirdorê wê, hin saziyên çapemeniyê qala tevlîbûna hêzên me di nav vê operasyonê de dikin. Îddîayên bi vî rengî bi armanca spekulasyon tên belavkirin û dûrî rastiyê ne.

 

Em ji raya giştî re tekez dikin weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), hêzên me li hember rêxistineke terorê (DAIŞ) di nav şerekî giran de ne û bi biryar in ku vê koma terorê di Bakûrê Sûriyê de tune bikin. Em di serî de li hember artêşa Tirk a dagirker ku li Efrînê hebûna xwe meşru nîşan dide û rêxistina terorî DAIŞ’a ku alîkarî ji dewleta Tirk a dagirker digre, şerekî meşru û mafdar dimeşînin. Herwiha em tekez dikin ku ti hêza me li Idlibê nîne.

 

Nûrî Mehmûd – Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel

16 Îlon 2018