Êrişên Artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Rojava didome

  • 18 Adar 2017 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya Artêşa Tirk de tevdigerin êriş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava lidardixin berdewam dikin.

 

Êriş û binpêkirinên Artêşa Tirk û çeteyên wê lidarxistin û encama van wiha ne;

 

Di dîroka 09.03.2017an, saetên pişt nîvro de çeteyên di bin fermandariya Artêşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Kefircenê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê.

 

Heman şevê balafirên bê mirov a keşfê ya Artêşa Tirk jî li ser rojavayê bajarê Kobanê firiya ye.

 

Di dîroka 11.03.2017an de çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên obûs û hawanan, bi çekên doçka êriş birin li ser çeperên hêzên me yên li ser xeta ji Vîla Qadi heta gundê Belûnê û Maranez dirêj dibe. Hêzên me jî bi awayekî tund bersivê çeteyan dan û çeperên wan xistin.

 

Di dîroka 13.03.2017an de çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Belûnê ya girêdayî Efrînê. Hêzên me jî bersiv dan êrişê çeteyan û bi topan çeperên çeteyan hedef girtin.

 

Di dîroka 14.03.2017an de Artêşa Tirk bi çekên giran êriş bir li ser gundê Zormixar a dikeve rojavayê Kobanê. Hêzên me yê nêzî herême jî li ser dijmin de girtin û bi heman şêwazî bersivê leşkerên Tirk dan.

 

Di dîroka 15.03.2017an de çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên hawan û obûsan êriş birin li ser gundê Maranez û Belûnê yên girêdayî Efrînê. Bi awayekî hemwext çeteyên El Nusra jî bi çekên giran êriş birin li ser gundê Bayê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê. Hêzên me her du êriş jî bersivand û li çeperên çeteyan xistin.

 

Di dîroka 16.03.2017an de jî çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Maranez ê girêdayî Efrînê. Hêzên me jî di heman astê de bersiv dan êrişê çeteyan.

 

Navenda Ragihandina YPG | 18 Adar 2017