Êrişên çeteyên girêdayî artêşa Tirk: Yek jê emîr, 2 çete hatin kuştin

  • 2 Mijdar 2017 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Di 7 rojên derbasbûyî de jî çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrişên xwe yên li ser gundewarên navçeyên Kantona Efrîna berdewam kirin û di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket. Di encama van şer û pevçûnan de yek jê emîr, 2 çete hatin kuştin.
 
Encamên êriş û pinpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 7 rojên dawî wiha ne;
 
Di dîroka 25.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera, gundên Basûfanê û Bircikê Silêman yên girêdayî navçeya Şêrawa û Girê Bedirxan yê girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrişa çeteyan. Di encam de li eniya Şêx Kerez emîrekî çeteyan hat kûştin.
 
Di dîroka 26.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên BKC, doçka û topên hawanê êrişî Girê Qestelê, Merenazê, Basûfanê, Girê Banî, Girê Bahar û Girê Bedir yên Kantona Efrînê kirin. Her weha li eniya Girê Başûr jî xwestin ku bi treksan çeperên nû yên şer çêkin. Hêzên me jî bersiv dan êrişa çeteyan û treksa çeteyan dan rawestandin. Her weha di heman rojî de 5 balafirên keşfê yên bê mirov li ser navçeyên Raco û Bilbilê geriyan. 
 
Di dîroka 27.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û topên hawanê êrişî Gundê Basûfanê, Girê Barîn, Girê Bozan, Girê Qestelê, Dîkmedaş, Girê Bedrixan, Başemrê, Girê Başûr û Girê Batman yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me li hemû eniyên ku navên wan derbas dibin bersiva êrişên çeteyan dan û di encama bersivdayînê de li Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê çeteyek hat kûştin. Her weha di heman rojî de balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêma Girê Baxtiyar yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê geriyan.
 
Di dîroka 28.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Dîkmedaş, Girê Baflonê û Girê Berfîn yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên giran bersiva êrişên çeteyan dan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelel nehatin bi dest xistin.
 
Di dîroka 29.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Girê Dîkmedaş, Eyn Deqnê, Merenazê, Minnix, Belûniyê, Basûfanê û Girê Botan yên Kantona Efrînê kirin. 
 
Di dîroka 30.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û BKC êrişî Eyn Deqnê, Girê Barîn, Girê Baxtiyar, Girê Bozan, Girê Banî, Girê Başûr û Girê Baz yên Kantona Efrînê kirin. 
 
Di dîroka 31.10.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û çekên suîkastê ve êrişî Girê Qestelê, Merenazê, Eyn Deqnê, Girê Baxtiyar, Girê Berfîn û Girê Batman yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bi çekên navîn bersiva hemû êrişên çeteyan dan, lê derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahî nehatin bi dest xistin.
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG
2 Mijdar 2017