Êrîşa Dijwar ya Çeteyên DAIŞ'ê Li Derdora Şedadê Hate Têkbirin
- 13 Îlon 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
1. Çeteyên DAIŞê 11ê Îlonê êrîşek berfireh birin li ser xeta parastina hêzên me ya başûrê gundê Azawî ya giredayî Şedadê. Hêzên me bersivek tund dan êrîşê çeteyan a tevî maşîneyên teqemenî û zirxî lidarxistin. Piştî şikandina êrîşê çeteyan hêzên me li vê qadê operasyonek lidarxistin. Di encama vê operasyonê de gundê Gişgiş û Zenat ên giredayî Şedadê ji çeteyan hat paqijkirin.
Di şerên dijwar a du roj de 3 maşîneyên teqemenî ya çeteyan hatin ruxandin. Qasî hat zelalkirin di van şeran de 38 çeteyên DAIŞê hatin kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser maşînekî topa 57, maşînekî doçka barkirî û gellek alavên leşkerî.
Di şerên dijwar a 2 rojan de 9 hevalên me yên ku bi lehengî şer kirin û êrîşê çeteyan şikandin gihiştin şehadetê.
2. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûrî lidardixin berdewam dike.
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk şeva 12ê Îlonê bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Til Simbil ê dikeve rojhilatê Kobanê.
Navenda Ragihandina YPG
13 Îlon 2016

Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020

Em rêhevalê xwe Agir Kobanê bi rêzdarî bibîr tînîn
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Îlon 2020

Salvegera damezrandina Radyo Rojava û Kovara Parêzvanên Rojava pîroz be!
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Îlon 2020
