Êrîş Pirsûs‎ (Kemal Polat) - 28 Îlon 2016

  • 5 Cotmeh 2016 | Şehîd

Têkoşîna azadîxwaziya gelên Kurdistanê bi sekna şehîdên xwe ronî dibe. Rojavayê welat jî bi ruhê şehîdên xwe li ber xwe dide. Bi evîn û ronahiya şehîdan gel ber bi azadiyê ve dimeşe. Yek ji wan cangoriyên azadiyê rêhevalê me Êrîş Pirsûs‎ (Kemal Polat) e. Hevalê Êrîş di dawiya sala 2015 li bajarê berxwedanê, li Kobanê beşdarê Yekîneyên Parastina Gel bibû. Lawê leheng yê Pirsûsê ji hîngê ve cihê xwe di piraniya çalakiyên li Kantona Kobanê de girt û wêrekiya ciwanê Kurd di şer û jiyanê de bi hemû rastiya xwe ve nîşan da. Di 28'ê Îlonê de dema ku hevalê Êrîş li herêma derdorê Bendava Tişrîn ya li başûrê Kobanê erkê xwe yê parastinê pêk dianî di encama teqîna mayînekî dijmin de gihiştiye şehadetê.
 
Weke YPG, di şexsê şehîd Êrîş de em hemû şehîdên rêya azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranînên wan ditewînin, serî de malbata şehîd, ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û soz didin heta em xwe bigihînin armanca ku şehîdan daye pêşiya me em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Êrîş Pirsûs‎
Navê Rast: Kemal Polat
Navê Dayikê: Xalîde
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbuyînê: Suruç
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn, Kobanê / 28-09-2016
 
Navenda Ragihandina YPG
5 Cotmeh 2016

Em rêhevalê xwe Zehredîn Osê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG | 18ê Gulan 2020

Ji raya giştî re!

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel -YPG | 29-04-2020 Nûrî Mehmûd

Em 7 rêhevalên xwe yê di sala 2016’an gihîştinê şehadetê bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10ê Nîsanê 2020

Em rêhevalê xwe Tolhildan Xwînrej bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 1ê Nîsanê 2020

Emê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê 18ê Adar 2020

Em du şehîdên xwe yên berxwedana serdemê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê | 12 Adar 2020

Operasyonên taybet yên hêzên me derbên giran li çeteyan da

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11 Îlonê 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4 Îlon 2019