Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser bakûrê Sûrî berdewam in

  • 07 Çile 2018 | Daxuyanî

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Êrişên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser Bakûrê Suriyê bênavber berdewam dikin. Hêzên me di heman wextî de bersiva êrişên çeteyan didin û di encam de şerên dijwar diqewimin. Di şer û pevçûnên 7 rojên dawî qewimîn de 4 çete hatin kûştin û çeteyek jî birîndar bû. Her weha droneke çeteyan a bombebarkirî jî ji aliyê hêzên me ve hat xistin. Di şer û pevçûnan de şervanekî me jî bi qehremantî li ber xwe da û şehît ket.

 

Di dîroka 01.01.2018an bişev saet 24:00an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên giran êrişî Bircikê Silêman, Qitmê, Kefer Cennê, Baflon, Girê Birîndar, Girê Banî, Girê Baz, Girê Bedirxan, Girê Baxtiyar, Vîla Qadî, Merenaz, Eyn Deqnê, Girê Şehît Şîlan, Girê Bager û Girê Başûr yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bi çekên navîn bersiv dan êrişên çeteyan. Di encama bersivdayîna hêzên me de li eniya Girê Şehît Şîlan çeteyek hat kûştin û li eniya gundên Dêwa û Girê Îska çeteyek hat kûştin û yek jî birîndar bû.

 

Di dîroka 02.01.2018an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên sekvanî û çekê giran êrişî Basûfanê, Girê Bager, Baflon û Qestelê yên Kantona Efrînê kirin.

 

Di dîroka 03.01.2017an de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi çekên navîn û topên hawanê him ji aliyê Ezazê ve êrişî Hemamê û him jî êrişî Basûfanê, Girê Dêwa û Girê Bedirxan yên Kantona Efrînê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me de li eniya Ezazê çeteyek û li eniya Basûfanê jî çeteyek hat kûştin.

 

Dîsa di heman demî de leşkerên artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Gundê Zormixar kirin.

 

Di dîroka 04.01.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên giran û topên hawanê êrîşî Girê Baz, Girê Bager, Girê Qestelê û Basûfanê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bi çekên navîn bersiv dan êrişên çeteyan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidest xistin. Di encama topbarana çeteyan de şervanekî me jî bi qehremantî liberxwe da û şehît ket.

 

Di dîroka 05.01.2018an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên giran êrişê Eyn Deqnê, Girê Başûr, Girê Barîn, Girê Batman û Girê Botan yên kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman wextî de bi çekên navîn bersiv dan êrişên çeteyan.

 

Di dîroka 06.01.2018an de droneke çeteyan ya bombebarkirî dema ku li ser herêmên me keşfê dikir ji aliyê hêzên me ve hat xistin.

 

Di dîroka 07.01.2018an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Vîla Qadî, Merenaz û Basûfanê yên Kantona Efrînê kirin.

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 07 Çile 2018