Êrîşên Arteşa Tirk Li Dijî Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî
- 26 Tebax 2016 | Nûçe
Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
1. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî lidardixin berdewam dike.
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk 25ê Tebaxê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Til Seriyê ya dikeve rojavayê Kobanê.
Arteşa Tirk îro dane sibê jî bi çekên giran êrîş birin noqteyên hêzên me ya gundê Eyndiwêr a giredayî Dêrîk e.
2. 25ê Tebaxê di saetên siharê çeteyên DAIŞê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadriyê ya dikeve rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
3. Şeva 25ê Tebaxê komên çeteyên di bin banê Koalîsyona Surî de tevdigerin, bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê û gundê Şêx Îsa ya giredayî Marê.
Navenda Ragihandina YPG
26 Tebax 2016

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
