Êrîşên Arteşa Tirk Dijî Rojava Berdewam Dike

  • 30 Kanûn 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Êrişên Arteşa Tirk a li dijî xaka Rojava li dardixe berdewam dike.

 

Di çarçoveya van êrîşan de 29ê Kanûnê saetên nîvro û saetên şevê de Arteşa Tirk du cara bi çekên giran êriş bir li ser gundê Til Şeir a dikeve rojavayê Kobanê.

 

Arteşa Tirk îro sihare jî bi çekên giran êriş bir li ser gundê Siluleh ê dikeve rojhilatê Kobanê. Heman demê de balafirên keşfê bê mirov a Arteşa Tirk li vê herême xebatê keşfê meşandin.

 

Îro saet 08.00’an de jî dema mirovên sivîl ên li gundê Elok a giredayî Serêkaniyê nêzî sînor bûn, hêzên me xwestin wan ji herêmê dûr bixin. Li ser vê esasê dema çûn pêşiya hemwelatiyan Arteşa Tirk hêzên me gulebaran kirin. Di encama vê êrişê de şervanekî me hat birîndar kirin.

 

Navenda Ragihandina YPG | 30 Kanûn 2016