Êrîşên Arteşa Tirk Bi Çekên Giran Li Dijî Rojava Berdewamên

  • 22 Kanûn 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî xaka Rojava berdewam dike.

Arteşa Tirk 20î Kanûnê saet 16.00’an de bi çekên giran û navîn êrîş birin li ser gundên Ziyaret û Celoglu yên dikevin rojavayê Kobanê.

 

21ê Kanunê saet derdora 20.30’an de jî Arteşa Tirk bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Habil Hewa ya giredayî Dêrîk e. Di encama vê êrîşê de gellek mal û mûlkên gundiyan zirar ditîn û malek jî bi temamî şewitî.

 

Navenda Ragihandina YPG| 22yê Kanûnê 2016