Êrîşên Artêşa Tirk Li Dijî Kantona Efrînê

  • 8 Îlon 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
 
1. Êrîşên Artêşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûrî lidardixin berdewam dike.
 
Di çarçoveya van êrîşan de 7ê Îlonê saet 18.00’an de Arteşa Tirk bi topên obûs û hawanan, dîsa bi çekên giran ên cûrbecûr êrîş birin li ser gundê Sorkê ya giredayî navçeya Raco ya Efrînê. Di encama van êrîşan de 3 şervanên me yên Erka Xwe Parastinê û 2 endamên Asayîşê gihiştin şehadete û 7 hevalên me yên din jî birîndar bûn.
 
Arteşa Tirk saet 19.00’an de jî bi çekên giran êrîş birin gundê Hemama ya giredayî navçeya Cindirêsê ya giredayî Efrînê.
 
2. Çeteyên giredayî koalîsyona Sûrî 7ê Îlonê saet 19.00’an de ji çeperên xwe yên Ezazê, bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Maranez, Minix û Eyn Daqnê yên giredayî Efrînê. Di êrîşê gundê Minix de şervanekî me ya Erka Xwe Parastinê jî gihiştiye şehadete.
 
3. Şeva 7ê Îlonê çeteyên DAIŞê êrîşî gundê Hebsawî ya dikeve rojavayê Eyn Îsa. Bi destwerdana hêzên me li qadê şer destpêkir û heta derengiyê şevê berdewam kir. Piştî şer komên çeteyan neçar man ji qadê birevin.
 
Navenda Ragihandina YPG
8 Îlon 2016