Êrîşên Artêşa Tirk, Koalîsyona Sûrî û DAIŞ Dijî Federasyona Bakurê Sûriyê
- 9 Îlon 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re:
1. Êrîşên Artêşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûrî lidardixin berdewam dike.
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk şeva 8ê Îlonê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Hemama ya giredayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê.
2. Çeteyên giredayî koalîsyona Sûrî şeva 8ê Îlonê ji çeperên xwe yên Ezazê bi topên hawan û çekên giran êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê.
Çeteyan heman şevê hewldan êrîş bibin li ser taxa Şêx Meqsûd a Halebê jî. Hêzên me bersiv dan êrîşa ku ji milê Mesbeh hat lidarxistin. Di şerê vê herêmê de qasî hat zelalkirin çetekî hat kuştin.
3. Şeva 8ê Îlonê çeteyên DAIŞê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin herêma dikeve rojavayê bajaroka Eyn Îsa.
Çeteyên DAIŞê 9ê Îlonê saet 01.00’an de jî bi topên hawanan êrîş birin li ser gundê Malha ye giredayî bajaroka Şedadê.
Navenda Ragihandina YPG
9 Îlon 2016

Ragihandina YPGê wê di bin her şert û mercan de bibe dengê şoreşê
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023

Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023
