Êrîşên çeteyên DAIŞ, Koalîsyona Sûrî û Arteşa Tirk li ser Rojava
- 7 Mijdar 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
1. 5ê Mijdarê saet derdora 03.00’an de çeteyên DAIŞê êrîşek berfireh biri bûn li ser gundên Kurdîsan, Qedriyê û Şemseddîn. Piştî şerên dijwar a li van gundan hêzên me li qadê operasyonek dabû destpêkirin.
Di encama vê operasyonê de hêzên me hawirdorê van gundan bi temamî paqijkirin û gellek çek û cebilxane bi dest xistin. Di lêgerînan de tevî 12 termê çeteyan 1 kleş, 65 şerjorên kleşê, 15 bombeya destan, 9 rext, 1 rexta xwekuj, 1 bêtel ji aliyê hêzên me ve hatiye bi dest xistin.
2. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî tên lidarxistin berdewam dike.
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk 5ê Mijdarê saet derdora 21.00’an de bi balafirê keşfê ya bê mirov li ser gundê Tilşeriyê ya dikeve rojavayê Kobanê geriyaye û heman demê de leşkerên tirk ên raxê din ê sînor çeperên hêzên me gulebaran kirin.
Arteşa Tirk 6ê Mijdarê saet 08.00’an de jî bi çekên giran êrîş bir li ser çeperên hêzên me ya li gundê Ziyaret a dikeve rojavayê Kobanê.
Arteşa Tirk heman rojê saet 20.00’an de jî bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Ziravekê ya dikeve rojavayê Kobanê.
3. Êrîşên çeteyên giredayî Koalîsyona Sûrî berdewam dike. Çeteyan 6ê Mijdarê di saetên nîvro de ji milê Maamelê Şikeyf bi çekên giran êrîş birin li ser taxa Şêx Meqsûd a Halebê.
Çeteyan şeva 5ê Mijdarê de jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê.
4. 6ê Mijdarê saet 15.30’an û saet 22.00’an de çeteyên DAIŞê bi hawanan du êrîşên cûda birin li ser çeperên hêzên me ya gundê Birheba ya dikeve başûrê Çiyayê Kezwan.
5. Şeva 6ê Mijdarê çeteyên DAIŞê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Til Osman a dikeve rojhilatê başûr a Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Çeteyan îro siharê jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadiriyê ya dikeve heman herêmê.
Navenda Ragihandina YPG| 7ê Mijdarê 2016

Operasyonên me li hember şaneyên DAIŞê berdewam dikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Çile 2021

Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020
