Êrîşên Çeteyên Daişê Vala Hatin Derxistin, 6 Çete Hatin Kuştin
- 5 Mijdar 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
1. 5ê Mijdarê saet derdora 03.00’an de çeteyên DAIŞê êrîşek berfireh birin li ser gundên Kurdîsan, Qedriyê û Şemseddîn yên dikevin rojhilatê başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Hêzên me bi awayekî tund bersiv dan êrîşê çeteyan.
Li gundê Qadriyê û Kurdisan şerên dijwar ê sing bi sing rû da. Êrîşê gundê Şemseddîn jî bê ku destpêbike ji aliyê hêzên me ve vala hat derxistin. Piştî şerên dijwar, siharê hêzên me li qadê operasyonek destpêkirin. Ji ber ev operasyon hîn jî didome hejmara kuştî û birîndarê çeteyan û encamê şer nehatiye zelalkirin.
Di şerên dijwar de hevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadete.
2. 4ê Mijdarê saet 23.00’an de çeteyên DAIŞê êrîş birin li ser gundê Haco ya dikeve rojavayê gundê Genterî ya giredayî Silûk. Şerên piştî êrîşê çeteyan destpêkir heta saet 04.00’an bê navber berdewam kir. Di van şeran de qasî hat zelalkirin 6 çeteyên DAIŞê hat kuştin û 5 çete jî hat birîndar kirin.
Navenda Ragihandina YPG| 5ê Mijdarê 2016

Operasyonên me li hember şaneyên DAIŞê berdewam dikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 30 Çile 2021

Em 8 rêhevalên xwe yên di dîrokên cuda de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2021

Em rêhevalê xwe Ferhad Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17 Kanûn 2020

Hêzên me êrîş bi ser tu baregehên Pêşmerge de nebirine û em rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.
Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Gel | 17ê Kanûnê 2020

Li operasyona YATê ya 19ê Mijdarê 4 kes hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20 Mijdar 2020
