Êrîşê DAIŞ’ê Têkçûn û 6 Çete Hatin Kuştin

  • 25 Kanûn 2016 | Nûçe

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!


1. Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî xaka Rojava berdewam dike.

 

Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk şeva 23ê Kanûnê li dijî gundê Silule ya dikeve rojhilatê Kobanê; 24ê Kanûnê saetên siharê li dijî gundê Ziyaret a dikeve rojhilatê Kobanê bi çekên giran êrîş lidarxistin.

 

Roja 24ê Kanûnê Arteşa Tirk li gundê Silipkiran ê dikeve rojhilatê Kobanê sînor derbas kir û gef li gundiyên herême xwar. Heman demê de amedekariye Arteşa Tirk heye ku li vê herême xeta sînor jî biguhêrîne.

 

Şeva 24ê Kanunê jî Arteşa Tirk bi çekên giran êrîş birin herêma Kaniya Kurda ya dikeve rojhilatê navenda bajer a Kobanê.

 

2. Çeteyên DAIŞê şeva 24ê Kanûnê li dijî çeperên hêzên me ya gundê Anad ê giredayî Şedadê êrîşek lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me êrîşê çeteyan hat tek birin û di encam de qasî hat zelal kirin 6 çete hatin kuştin.

 

Çeteyên DAIŞê şeva 23-24ê Kanûnê jî bi topên hawanan êrîş birin li ser gundê Azawî ya giredayî Şedadê.

 

Navenda Ragihandina YPG | 25ê Kanûna 2016