Êdî Demhat jî bû çirayek

  • 12 Tîrmeh 2017 | Gotar

Di Şoreşa Rojava de ya ku bi rêya şehîdan ronî dibe, Demhat jî bû çirayek.

 

Îngîlîz, Amerîkî, Spanyol, Estonyayî, Yewnan, Îtalyan, Swîsreyî… Hemû di gola xwînê ya Rojava de gulek in. Ez bi kîjan şervanê enternasyonal diaxivîm, hemûyan digotin ‘ez li ser navê mirovayetiyê hatim vê derê, tevkariyê li şoreşê û piştgiriya Kurdan peywira min e.’

 

Duh dema ez li eniyê digeriyam, min Roza dît a ku ew jî Demhat nas dike. Ji min re dibêje ‘Tu tiştekî ji min vedişêrî, tu dixwazî tiştekî ji min re bibêjî’ lê ez nikarim bibêjim. Ez dixwazim şehadeta Demhat ji min hîn nebe.

 

Demhat Newyork ê Amerîkî di 5’ê Tîrmehê de tevî hevalên xwe ji operasyonekê vedigerin, di navbera cihê wan û kozika wan mesafeyeke kurt mabû. 6 kes bûn. Di wê şeva bi xwîn de 3 ciwanên din jî şehîd bûbûn û birîndar jî hebûn. Dema kom bi pêş ve diçe hevalekî Demhat pê li mayînê dike û bi teqandina mayînê re guleyan li wan direşînin. 4 şehîd û birîndar.

 

Ez li cihê alîkariya lezgîn a eniya Reqayê bûm. Saet 2’yê şevê bû. Bi dengê wesayîtê re ez çûm ba bijîşk. Dema deriyê wesayîtê hate vekirin 3 cenaze û 3 birîndar hebûn. Ji bo kontrolkirina cenazeyan min betanî vekir. 2 heb jê nedihat naskirin. Ê din jî Soro bû yê ku ji Îngîltereyê beşdarî YPG’ê bûbû. Soro ez rojek berê ev vexwendibûm kozika xwe û soza hevpeyvînê dabû min. Dîtina cenaze êş bi dilê min xist lê ji bo alîkariyê ez çûm ba bijîşk.

 

Birîna wî giran bû, di her du lingên wî de hestiyên wî xuya dibûn, her der xwîn bû. Bi destê xwe rûyê xwe girtibû, ji bo serûmê li milê wî bixin divê min destê wî vekira. Min wê çaxê fêm kir çima ev peywir dane min, yê birîndar Heval Rodî yê Amerîkî bû. Ji bo ku bi Îngîlîzî pê re biaxivim û alîkariyê bidim bijîşk, milên wî bi min dabûn vekirin. Rodî yê ku her hefte min ew didît, di nav xwînê de bû.

 

Bi carekê de bi zingîniya di mejiyê min de, min got ‘Demhat!’… Min rojek berê Rodî, Demhat û Soro li pişt wesayîteke komên êrîşê dîtibû. Rûyê wan dibişirî, ber bi eniyên pêş diçûn a ku ji zû ve ye li bendê bûn.

 

Rodî nikaribû hevok saz bikira, ji bo ku wî newestînim min nepirsî. Piştî ku mudaxeleya Rodî qediya ligel ku min bi ziman dizanibû, min ji koma ku şehîd û birîndar anîbûn bi awayekî agresîf got ‘Demhat, Demhat!’ Her 3 biyanî hê nû beşdarî komê bûbûn û di koma hêzên herêmî de kesî hê navê wan ji ber nekiribû. Piştre yek hat ba min û got, “Demhat, ecnebî, Amerîkî?” Min got ‘Erê, Demhat’. Ji min re got ‘Şehîd Demhat.’ Ji axaftina wan min fêm kiribû ku cenazeyê Demhat di nav çeteyan de maye û QSD ji bo cenaze werbigire, dest bi operasyonê kiriye.

 

Ber destê sibehê, nuqteya alîkariya lezgîn sakîn bûbûn, her kesî bêhna xwe berdida, ez li benda Demhat bûm. Wê bihata, divê bihata…

 

Ez li ser wate û girîngiya ku bi sedan biyanî beşdarî YPG’ê dibin û li ser axa şoreşê dibin şehîdê şoreşê fikirîm. Min got ev mirinên bi şeref wê biratiya gelên cîhanê bi xwe re bîne. Careke din Demhat hat bîra min û bi sîrena panzêrê re min serê xwe rakir. Ber bi pêş ve beziyam. Demhat hatibû. Çav û rûyê Demhat dibişirîn, hezkirina ji mirovan a di dilê wî de di rûyê wî de xwe dida der. Piştî ku bijîşk tiştên pêwist kir, dîsa bi wesayîtê şand… Wê şevê kes raneza… Cenazeyê Demhat bi panzêra di wêneyê wî de hatibû…

 

Demhat ne şervanê pêşî bû ku yê ji çapemeniyê re axivî bû, belkî jî hevpeyvîna wî ya pêşîn û dawîn bi me re bû. Piştî 10 rojan hevpeyvîna min a bi Demhat re, Demhat li ba min taybettir bû.

 

Ez nikarim şehadeta Demhat ji Roza re bibêjim…

 

Jêder: Yeni Özgür Politika