Çima tevlîbûn di nav focên Yekîneyên Parastina Gel de?

  • 19 Adar 2017 | Daxuyanî

Piştî ku pênc sal li ser Şoreşa Rojava derbas bûn ku di 19'ê Tîrmeha 2012’ê de destpê kiribû û pêkanîna van destkeftiyên mezin bi saya şehîdan yên xwîna xwe ya pak kirin qurban û avakirina Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk li Rojava û rizgarkirina herêmên pir mezin ji xaka Rojava û Bakurê Suriyê ji terora DAIŞ, rêcîm û hin komên teror yên din.

 

Bi saya berxwedaniya YPG di rêza yekemîn de Rojava û Bakurê Suriyê bû mînaka herî mezin yê jiyana hevbeş û biratiya gelan di navbera hemû pêkhatêyên mozayîka herêmê û cihekî aram û ewle di dema ku herêmên din yên welat êşê dikişînin di bin xerabî, bêmalî, koçberî, sûc û windabûnê de û paşketina şert û mercên jiyanê. Ji ber ku YPG asta tenê hêzeke çekdar e derbas kir lê di bingeha xwe de rêxistineke leşkerî, fikitî û ji guherîn û veguherînê vekiriye, hat xwestin ev hêz were pêşxistin li gorî asta herî bilind ya pisporiyê di perwerde, disîplîn û tecrûba teknîka leşkerî de, di hemû beşan de li gorî hemû zagon û lihevkirinên navdewletî. Ji bo parastina deskeftî û mafên gelê me yên ji bermahiyên têkoşîna xort û keçên me hatin bidestxistin û ji bo misogeriya riya têkoşînê ya pîroz ku cihê serbilindiya hemû gelê Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Îro ji hemû demên din zêdetir dikeve ser milê pêşengên civakê de, keç û xort rola bingehîn di pêkanîna vî erkî neteweyî û dîrokî bi tevlîbûna wan di nav vê hêza leşkerî de ya ku misogeriya pêşerojeke azad û ronî ji bo gelê me yê bi rûmet. Erk ne tenê parastina destkeftiyê ye, lê pêşxistina wê heta bibe misoger ji bo parastina serkeftinê û teqezkirina mafên gelê me yên rewa li hemberî hemû êrîş û metirsiyên ku gefan li van destkeftiyên bi saya xwîn, têkoşîn û berxwedana şehîd, şervan û têkoşeran hatin bi dest xistin.

 

Hêza leşkerî ya bi disîplînî, hevgirtî û perwerdekirî bi rengekî baş li ser hemû taktîkên şer misogeriya rastiyê û heyîna me ye, weke gelekî xwedî dîrok hêjaya bi rûmet di bin roka azadiyê de û avakirina paşerojekê ronî û bi ewle jiyan bikin.

 

Ji ber vê yekê ji me hat xwestin ku em focên leşkerî ji hemû beşan bi hemû milên xwe yên zanistî û akademî layiqî gelê me û têkoşîna wî ya cîhanê hejand bi cesaret, berxwedan, exlaqên baş û disîplîna xwe ya wî hilde asta herî bilind di nav hêzên leşkerî de ya herî serkeftî ye.

 

Ev focên ku hatin avakirin wê bibin derfet ji bo hemû keç û xortan ta tevlî Yekîneyên Parastina Gel bibin di riya rûmetê, têkoşînê û berdewamiya riya şehîdan de, yên bi xwîna xwe ya pak ev xak û gelê me bi rûmet parastin.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG | 19 Adar 2017