Çeteyên DAIŞê hêviyên xwe bi Tirkiyê ve girêdane

  • 5 Çile 2018 | Nûçe

 

Gelek çeteyên DAIŞê yên ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, ji alî Yekîneyên Antî Teror yên YPGê ve hatin girtin. Bi operasyonên li pey hev yên ku ji alî Yekîneyên Antî Teror yên YPGê ve, demek berê hatin lidar xistin, hejmarek zêde çeteyên DAIŞê yên ku piraniya xwe biyanî ne hatin girtin. Çeteyên ku piraniya wan ji Rûsya ne hewl didan ku derbasî Tirkiyê bibin. Li gor agahiyên ku Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Antî Teror dide, di nav 2 hefteyên dawî de zêdetirî 20 terorîstên DAIŞê yên ku dixwestin sînor derbas bikin hatin girtin.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Antî Teror: “Her çiqas DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe jî, di gelek herêman de yekîneyên wan yên veşartî heneç Beriya ku ew bikevin tevgerê, her roj operasyonên taybet tên lidar xistin û ew çete tên girtin. Çeteyên ku hatine girtin piraniya xwe biyanî ne.”

 

Çeteyên DAIŞê herî zêde ji Erdogan hez dikin

 

Fermandariya Y.A.T. diyar dike ku çeteyên hatine girtin hezkirina xwe li hember hikumeta Tirkiyê tînin ziman û wiha berdewam kir: “Piştgiriya ku ji Tirkiyê wergirtine tînin ziman. Di lêpirsînên xwe de vê bi awayekî vekirî dibêjin. Çeteyên DAIŞê yên ku di welatên xwe de tên xwestin, îfade dikin tekane cîhê ku ew dikarin bi rehetî lê bijîn û faalîyetênx we birê bixin Tirkiye ye. Me tespît kir hinek ji van çeteyan, ji bo çalakiyên xwekujî li Ewropa bikin hatibûn amadekirin. Lê hinek jî ji DAIŞê direvin û dixwazin li Tirkiyê bijîn. Hemû jî Tirkiyê hildibijêrin.”

 

Leşkerên Tirk: “Hûn bixêr hatin welat xwe!”

 

Beriya sersalê, gelek çete bi operasyonên taybet yên Y.A.T. hatibûn girtin. Di nav wan de 4 çeteyên biyanî, agahiyên balkêş dan.

 

Mihemed Ebu El Qadirê ku bi eslê xwe ji Tûnisê ye li Elmanya dima, van agahiyan dide: “Bi ambûlansê ji Elmanya birêketim û hatim Macarîstan, Romanya, Bûlgarîstan û Tirkiyê. Deriyên Tirrkiyê ji herkesî re vekirîne, herkesê ku dixwest dikaribû ji ser Tirkiyê ve derbasî Sûriyê bibe. Dema ez hatim leşkerên Tirk ji min re gotin “Tu bixêr hatî welatê xwe! Tu ji alîkariya me li vir î.””

 

“Ruxmê ku dizanibûn em DAIŞî ne jî alikarî bi me re dikirin”

 

DAIŞî yê bi navê Mihemed Ebû El Qadir diyar dike ku piştî tevlî DAIŞ bûye jî çûye Stenbolê, hevjîn û zarokên xwe jî girtiye gel xwe û anioye Sûriyê: “Leşkerên Tirk astebgî ji me re dernedixistin. Em rehet tevdigeriyan.”

 

Ebû Qadir di nav DAIŞê de ajokariya ambûlansê dike. Piştî ku li Tebqa, Misûl û Reqqa dimîne, bi armanca çûna dixwaze sînor derbas bike: “Heya niha Tirkî ji ho me welateke pirr baş bû. Li Entab, Stenbol û Îzmîrê deriyên me yên cûr be cûr hebû. Dîsa di bin navên kesên cûda de hesabên bankayan perê me vedişartin û kengî me bixwesta me dikaribû em ji wî pereyî bigirin. Zemîneke wisa li Tirkî heye û herkesê ku dixwest vê dişixuland.”

 

“Bi rêya Tirkiyê çek û amûrên tibbî dihatin.”

 

Ebû El Qadir dibêje ku bi rêya kesên cûda di navbera rayedarên DAIŞê û Tirkan de têkilî hatibû çêkirin: “Taybet di nav DAIŞê de çeteyên Tirk jî pirr hebûn. Van kesan bi rayedarên ewlehî yên Tirk re di nav têkiliyê de bûn. Ez yek ji van kesan baş nas dikim. El Ûbeyd El Tirkî, endamekî DAIŞê ye û li Tirkî dimîne.”

 

“Digotin ku wê Tirkî baş li we binêre”

 

Vladîmîr Olonîkovê ku bi eslê xwe ji Kazakîstan e û hemwelatiyê Rûs e, di sala 2016an de tevlî DAIŞê bûye. Olonikov li gelek cîhên di bin denetîme DAIŞê yên weke Tebqa, Reqa, Meyadîn û Bûkemaal faalîyet meşandiye. Diyar dike ku piştî ev qad hatin rizgarkirin xwest ji DAIŞ bireve û derbasî Tirkiyê bibe: “Me xwest em derbasî Tirkiyê bibin ji ber ku ji derveyî Tirkî tu cîhek ji me re nemaye. Em piranî rêyên veşartî dişixulînin. Lê dewlet dizane ku em van rêyan bikar tînin. Dîsa jî em dikarin derbas bibin.” Dema ku zehmetiya derbaskirina sînorê ku ji alî dewleta Tiek ve di van salên dawî de serasnser bi dîwarn hatiye girtin, li ber çav bê girtin, fêm dibe ku derbas bûn bi kontrola rayedarên Tirk pêk tê. Olonikov, ji ber vê yekê, dibêje ku di dema derbaskirina sînor de tirsa wan ne ji dewleta Tirk e, lê ji Eniya Nûsra ye: “Ger El Nûsra me bigirta ji sedî sed dê me bikuşta. Lê YPG me girt.”

 

Ji bo çeteyan cîhê herî guncav Tirkî ye

 

Çeteyên 30 salî yên bi nasnav Ebdurrezzaq dibêje ku ew di sala 2015an de ji ser Entabê re tevlî DAIŞ bûye: “Ji Azerbeycanê destpêkê hatim Stenbol, pişt re ji ser Entabê re derbasî Sûriyê bûm. Me di rê de pirsgirêkek nedît, ji ber ku kûryeyên bi tecrube li gel me hebûn.”

 

 

Tê dîtin ku di demên dawî de, gelek çeteyên ku li ser sînor hatine girtin, di serdema bidawî bûna DAIŞê de hêviyên xwe bi Tirkî ve girêdane. Herwekî serdema bilinbûna DAIŞê ku çete bi rêya Tirkî tevlî DAIŞ dibûn, îro jî bi heman awayî dixwazin xwe bi rêya Tirkiyê xelas bikin. Fêm dibe ku terorîstên ku naxwazin li welatên xwe bên girtin an jî bikevin destê rêxistineke din, Tirkiyê weke xelasiya xwe dibînin.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Antî Teror diyar kir ku wê operasyonên wan bidomin. Fermandariyê bal kişand ku di demên dawî de, bi taybet çeteyên ku di asta navnetewî de tên xwestin di rêya xwe ya ber bi Tirkiyê de, li ser sînor hatine girtin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 5 Çile 2018