Çeteyên DAIŞ'ê ber bi tûnebûyînê ve diçe
- 24’ê Tîrmehê 2018 | Nûçe

Di nav germahiya meha Tîrmehê de Hêzên Suriya Demoqratîk (QSD) bi hemû hêza xwe pêngava rizgarkirina Dêrezorê berdewam dike. Pêşketina hêzên QSD’ê ji sê milan ve ber bi sînorê Surî û Îraqê û ji milekê ve jî ber bi ava Xaburê ve diçe.
Di van şertên zehmet de hêzên QSD’ê 35 km ji bakur ber bi ava Firatê ve pêş de çûne, her wiha ji Dişîşa heya eniya pêş qadên hatine rizgar kirin bi qasê 100 km ye. Yek ji fermandarên QSD’ê yê Bagera Cizîrê Hogir rewşa şer wiha dinirxîne û dibêje: ”Pêngava rizgarkirina Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe qonaxa xwe ya dawî de tê meşandin, plansaziya me ya destpêkê paqijkirina çeteyan ji bajarokê Dişîşa û piştre ewlehiya sînorê Îraq û ava Xabûrê bû. Pêngav hîn jî berdewame, emê heya dawiya Bakurê Firatê vê pêngavê berdewam bikin. Rizgarkirina hindek cihan nayê wateya ku çete tune dibin, ji ber ku gelek gund di van çolan de hene, çete amadekariyên mezin lê kirine. Di nava hindek cihên ne diyar xwe veşartine, dema hêzên me nêzê wan dibin êrîşê hevalan dikin. Minaka wê jî Rewda ya ku dikeve nava çolê de, dema ku hêzên me derbas dibûn êrîşê hêzên me kirin. Bi sedan çete di vê gundê de hebûn. Piştî berxwedaniyek mezin ya hevalan gelek çete hatin kuştin û çete ji vê gundê jî paqijkirin. Ji ber serkeftinên wisa hêzên me pir bi moral in.”
Hogir ji bo hemû gelê Surî soza rizgarkirina wan ji bo zilma çeteyan derbixin da û got; “heya mirovek tenê jî di bin destê dagirkeriyê de hebe em nasekinin, heya em wan rizgar bikin.”
Weke gelek gundan herî dawî jî gundê Tirîxa hat rizgarkirin, gelê wê gundê ji bin destê çeteyan rizgarkirin. Welatiyek ji gund sipasiya QSD’ê dike û kêfxweşiya xwe wiha tîne ziman û dibêje: “QSD’ê em ji zilma DAÎŞ xilaskirin. Me gelek zilm ji destê çeteyan dît, ne dihiştin zarokên me bixwînin, malên me xira kirin, mafê meyê mirovahiyê ji me standin. Jinên me ne dikarîn xwe ji bin zilma wan xilas bikin. Em niha bi saya QSD’ê bi ewlehiyê de ne, em gihiştine rehetiyê.”
Çeteyên DAIŞ’ê di vê herêmê de xeyalên pir mezin ji bo xwe kiribûn. Gelek tiştên gel dest danîbun, li ser her tişt li gor xwe amade kiribûn, lê hêzên QSD’ê ev xeyalên wan hemû têk birin û ew ji vê welatê derxistin û tune kirin.
24’ê Tîrmehê 2018
Navenda Ragihandina YPG

Em rêhevalên xwe Gîvara Efrîn û Diyar Serêkaniyê bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Sibata 2023

Em hevrêyên xwe Agir, Armanc, Serhildan, Simko û Tolhildan bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 4’ê Sibata 2023

Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin
Fermandariya Giştî ya YPG | 26 Çile 2023

Em 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hevrê Cûdî û Hûseyîn bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Çileya 2023

Ruhê Şehîd Xebat Em Tenê Nehîştin, Hîn Zindî Ye Û Ruhê Têkoşînê Gur Dike
Fermandariya Giştî Ya Yekîneyên Parastina Gel | 13 Çile 2023

Em yek ji berxwedêrê Efrînê rêheval Aras Xalid bi rêzdarî bibîr tînin
Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Kanuna 2022
