Çeteyê Fransî Thomas Barnouin: “Min dixwest ez derbasî Tirkiyê bibim!”

  • 10 Çile 2018 | Nûçe

 

Thomas Barnouin, yek ji kesên bi salan di nav DAIŞ de kar dikir û ji gelek êrîşên girîng, tevlîkirina kesên biyanî di nav DAIŞ û propagandakirina terorîzmê berpirs tê girtin, ji alî Yekîneyên Antî-Teror yên YPGê ve hatibû girtin.

 

Tê zanîn ku Barnouin di asta plankirin û pêkanîna êrîşên li dijî sîvîlan de cîh girtiye. Di êrîşa Touluse ya 2012 ku heft kesên sîvîl hatibûn qetilkirin û êrîşa Parîs ya Mijdara 2015an de ku 130 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, di asta plansazî de cîh girt. Herwiha 5 çeteyên din yên ku li gel wî hatibûn girtin jî ji gelek tawanên navneteweyî berpirs tên girtin.

 

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Antî-Teror aşkere kir ku hêzên wan di meha Berfanbarê, di gundekî li ser sînorê Tirkiyê ev çete girtine û wiha dewam kir: “Dema ku dixwestin sînor derbas bikin û bikevin Tirkiyê bi operasyoneke taybet hatin girtin. Herwiha kesê ku wan dibir û 5 çeteyên din ku hemû Frensî ne, hatin girtin.” Fermandariyê herwiha agahiyên kesên ku hatine girtin parve kir:

 

Thomas Barnouin (Ebû Ehmed El Frensî), 36

Kevin Gonot (Ebû Sûfyan El Frensî), 32

Mihemed Mexrîbî (Ebû Meymûna El Frensî), 36

Romain Garner (Ebû Selame El Frensî), 31

Thomas Collange (Ebû Hiseyn El Frensî), 30

Necîb Mexrîbî (Ebû Silêman El Cezaîrî), 35

 

Barnouin diyar kir ku di yekem car di sala 2005an de hatiye Sûriyê, lê di 2006an de ji alî rejîma BAAS ve hatiye girtin û radestî rayedarên Fransî hatiye kirin. 2014an de careke din bi armanca tevlîbûna DAIŞê, bi rêya Tirkiyê hatiye Sûriyê. Barnouin tîne ziman ku hatina wî bi hêsanî pêk hat û wiha dewam dike: “Kesên ku ji Fransayê min şandin, min bi hin kesên li Tirkiyê re jî kirin têkiliyê. Min bawer nedikir ku ezê ewqas bi hêsanî ji Tirkiyê derbas bibim. Pir hêsan bû. Ez matmayî mam. Ez li Fransa ji ber kiryarên terorî hatibûm girtin, ez difikirîm ku ezê li Tirkiyê bêm girtin û wê min bişînin Fransa. Lê tu pirsgirêk derneket. Destpêkê hatim Stenbol. Pişt re çûm Antakya (Hatay) û derbasî Lazkiyê bûm. Dema di 2014an de em ji Lazkiyê derketin û çûn Reqqa jî em ji ser Tirkiyê re derbas bûn.”

 

Barnouin, li gor agahiyên ku dide, li Tebqa û Reqqa karên weke ragihandin û rêveberiya dibistanên şerîa dike û bi destpêkirina pêngava Cenga Mezin re derbasî Meyadîn dibe. Li vir ji alî DAIŞ ve tê girtin û 105 rojan girtî dimîne: “Dema DAIŞ bixwaze kesekî bigire, bêyî pirs û mûhakeme digire. Sûcê te ji te re nabêjin. Min wê demê fêm kiribû ku tu têkiliyên vê rêxistinê bi Îslamê re nîne. DAIŞ bi destê îstîxbaratên welatên biyanî ve hate avakirin. Ne ji bo Îslam, tenê ji bo pere û petrolê şer dike. Niha baweriya çeteyan bixwe jî nemaye û gelek ji wan dixwazin birevin. Hejmarek pirr kêm mane ku hîn ji DAIŞ bawer in û difikirin ku ji bo Îslamê şer dikin. Dema min van rastiyan dît, min biryar da ku birevim û biçim Tirkiyê. Lê li ser sînor hatim girtin.”

 

Barnouin diyar kir ku heya niha gelek çete bi rêya Tirkiyê derbasî welatên Ewropa bûne û çalakiyên xwekujî lidar xistine: “Derbaskirina sînorê Tirkiyê pirr hêsan e. Heya niha gelek kes derbasî Tirkiyê bûne û çûne Ewropa. Min qet nedît ku kes ji sînorê Urdun an jî Sûûdî derbas bûye, lê gelek çete derbasî Tirkiyê bûne. Ji sedî 90 kesên biyanî ku tevlî DAIŞ bûne jî bi rêya Tirkiyê hatine. Niha jî bi rêya Tirkiyê direvin... Ez difikirîm eger ku xwe radest bikim wê YPG îşkence li min bike an jî min bikuje. Ger min bizaniba nêzikatiya YPGê wiha ye, min dê xwe radest bikira.”

 

Barnouin û kesên ku li gel wî hatine girtin, ji gelek êrîşên xwekujî, tevlîkirina çeteyan û amadekirina yekîneyên veşartî li Ewropa berpirs tên girtin. Fermandariya Yekîneyên Antî-Teror diyar dike ku operasyonên wan berdewam in û bi awayekî serkeftî tên meşandin. Di nav du heftiyan de zêdetirî 20 çeteyên ku piraniya wan ji welatên weke Tûnûs, Urdun, Erebîstana Sûûdî, Tirkiye, Arnavût, Elmanya, Swêd, Fransa, Brîtanya û ji gelek welatên din yên Ewropa ne ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin hatin girtin.

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10 Çile 2018