Çepera ku mirovahî lê civiya ye

  • 13 Tîrmeh 2017 | Nûçe

Çîroka piraniya ji wan a ber bi têkoşîna azadiyê ya Kurd ve, bi Şoreşa Kobanê dest pê dike. Berxwedana destanî ya li dijî barbariya DAIŞ'ê, bû hêvî ji mîlyonan mirovî re. 134 rojên salê, bê navber gule li Kobanê bariya. Di dawiya dawî de îrade û mirovên xwe bi başiyê xemilandin, bi ser ketin. Bala mirovahiyê li ser bû; hinek jî li bendê bû ku DAIŞ a ber dilê wan, Kobanê bixîne. Hinekî din jî ku dilê wan dişewitî, ji bo tevlî vê hêviya berxwedanê bibin, bê sebir bûn. Kobanê bi ser ket, mirovahî bi ser ket û êdî qonaxeke nû dest pê kir.
 
Bi berxwedana Kobanê re, bi sedan mirovên ji cîhana rojava ji bo li ser navê mirovahiyê tevlî vê têkoşînê bibin û bibin parçeyek ji Şoreşa Rojava, berê xwe dan şerê li dijî DAIŞ'ê. Piştî Kobanê, Til Hemîs, Til Beraq, Şedadê, Eyn Îsa, Girê Spî, Tişrîn, Minbic, Tebqa... Her ku YPG'ê lê da, nûnerê li pêş çavan ê nebaşiyê DAIŞ riziya. Ewropayê nexwest xwedî li fatûreya durûtiyê derkeve. Lê belê wan mirovên bedew, bi rengekî ku li rûmeta gelan bê, tevgeriyan.
 
Îngilîstan çekan difiroşe paşmêrê DAIŞ'ê Erdogan û bazarê pê re dike. Lê belê Îngilîz, li Rojava tevî Kurdanli dijî DAIŞ'ê şer dikin.
 
Amerîka bi siyaseta xwe ya hevsengiyê re hewl dide hevalbendên xwe nexeyidîne, lê ciwanên Amerîkî bê teredût cihê xwe di nava refên YPG'ê de digire.
 
Desthilatdariya Elman, ji bo 'bazirganiyê', 'para bazarê' û 'siberoja markayên xwe' ji sîleyên Erdogan aciz nebûye, sembolên YPG'ê jî qedexe dike. Lê aktîvîstên Elman biryar dan ku vî ewrê reş û tarî li cihê jê derdikeve tine bikin.
 
Swîsre bi xwe re nabîne ku daxuyaniyekê jî bide, lê ciwanên Swîsreyî berê xwe didin refên herî pêş ên li Rojava.
 
Spanya, li ser mîrateya xwe ya bi xwîn bi xemsarî tevdigere, lê ciwanên Spanyayî bi tabûra enternasyonalîst re ku pêşengiyê jê re dikin, bi ser DAIŞ'ê ve dimeşin.
 
Bi jimartinê naqedin ev Ewropiyên xweşik û bedew ên ku jê re 'biyanî' tên gotin û ji bo başî û xweşiya mirovahiyê şehîd bûne.
 
RÛYÊ WAN LI KEN BÛ
 
Li eniya Reqayê, Îngilîz, Amerîkî, Elman, Spanyayî û Swîsreyî li heman çeperê ne. Ez çûm çeperên wan, ku bi kevir û axê ji xwe re çêkirine. Rûyê wan li ken bû, li cihê ku dixwestin bûn, destê wan li ser tetîkê û berê tivingên wan li DAIŞ'ê bû. Egîd ê 23 salî ji Îngilîstanê, Arya yê 24 salî ji Spanyayê, Robîn ê 31 salî ji Elmanyayê û Çiyager ê 39 salî ji Swîsreyê ye. Li çepera xwe dilê xwe ji me re vekirin.
 
Çima niha li Rojava ne?
 
EGÎD: Ev bû 3 meh tevlî nava YPG'ê bûme. Ya ku min motîve dike, şerê li dijî DAIŞ'ê û desteka ji bo Şoreşa Rojava ye. Ez hewldana ji bo neteweya demokratîk gelekî girîng dibînim. Şoreşa Rojava dikare ji bo tevahiya cîhanê bibe modeleke alternatîf. Lewma min xwest di nava Şoreşa Rojava de keda min jî hebe.
 
ARYA: Min xwest bibim beşek ji şoreşa civakî ya demokratîk, lewma li vir im. Şerê li dijî DAIŞ'ê jî pêwîstiya vê yekê ye. Divê DAIŞ li vê cîhanê nebe, divê li rûpelên dîrokê were nivîsandin ku ew ne ji mirovahiyê ye.
 
ROBÎN: Ya rast, jêdera vê gava min, dijberiya min a li dijî DAIŞ'ê bû. Lê belê pitşî ku min Kurd nas kir, ez ji vê jî derbas bûm. Ji bo bibim hevkarê têkoşîna gelê Kurd û piştgiriyê bidim wan, pêwîstî bi hebûna DAIŞ'ê jî nîne. Heta ku Kurd li welatê xwe di nava aştiyê de bijîn, ez ê weke şervanekî bi wan re bim.
 
ÇIYAGER: Şerê li dijî DAIŞ'ê. Belê, yekane armanca min a niha ev e. Dixwazim wan tine bikim.
 
Reqa ji bo wan tê çi wateyê?
 
EGÎD: Paytexta sembolîk a DAIŞ'ê ye. Tevî ku niha bar kirine Dêrazorê jî, hê Reqa paytexta wan e. QSD bi rizgarkirina Reqayê re wê têkçûna DAIŞ'ê nîşanî cîhanê bide.
 
ARYA: Reqa bi rastî jî bûye sembol. Serketina ku em li vir bi dest bixin wê DAIŞ'ê biqedîne û sembolbûna wê bişikîne. QSD ne tenê Reqayê yan jî herêmên cuda rizgar dike, di heman demê de hewl dide civaka azad bafirîne. Piştî Reqayê, bi karê civakî û polîtîk re pêkanîna biratiya gelan û mayindekirina demokrasiyê wê watedar be.
 
ROBÎN: Cihê ku biryar lê dihate dayin ku li Ewropayê komkujî were kirin Reqa bû. Rizgarkirina Reqayê wê dawî li vê bîne. Ev der ji bo min gelekî girîng e. Kêm ma ye ku em serê mar li vir bieciqînin.
 
ÇIYAGER: Ev yek tevgereke şoreşê ye, di nava şoreşê de her têkoşîn watedar e. Lê belê Reqa hê bi wate ye. Li vê derê wê stûnên mayinde yên şoreşê bên çikandin. Mîna ku Robîn got, em derba mirinê li marê bûye belayê serê mirovahiyê didin. Xeyala ji bo serketineke bi vî rengî jî xweş e.
 
Nêrîna dewletan çawa ye?
 
EGÎD: Divê Îngilîstan Rojava ya azad nas bike. Îngilîstan divê piştî qedandina DAIŞ'ê piştgiriya esasî bide Rojava. Yên li vir şer dikin û vedigerin, tên krîmînalîzekirin. Ev helwesta li dijî kesên li hemberî DAIŞ a li Parîs, London, Brukselê komkujî kir şer dike, nayê fêhmkirin. Em li vê derê li dijî terorîstên herî nebaş ên li cîhanê şer dkin, lê hin hevalên me li welatê xwe weke 'terorîst' tên pêşwazîkirin.
 
Xala duyemîn jî ew e ku têkiliya hikumeta Theresa May bi dewleta Tirk re mirovan aciz dike. Ez ne çepgirekî mezin an jî komunîstekî mezin im. Lê belê piştgiriyê didim Jeremy Corbyn. Qet nebe jê bawerim ku wê dawî li bazirganiya qirêj a çekan a navbera Îngilîstan û Tirkiyeyê bîne.
 
ARYA: Li Spanyayê, mijara hevalên me û vegera wan mijareke grî ye. Yanî tiştekî bi hin hevalan nake, lê hin hevalan jî yekser weke 'terorîst' davêje girtîgehê. Nayê fêhmkriin bê Spanya bi çi rengî li YPG'ê dinere. Ji bo pirsa 'Spanya bi çi rengî li otonomiğya Kurd dinere' dikarim vê bersivê bidim: Spanya lê nanere jî, nêrîneke xwe nîne. Spanya xemsar e.
 
ROBÎN: Ez polîtîkaya Elmanya ya li ser Rojhilata Navîn û nêzîkatiya li Rojava baş nizanim, lê tişta ku dizanim ew e ku piştgiriyê nade. Eger piştgirî dabûya wê rewş ne bi vî rengî bûya. Dema em vedigerin wê em 'terorîst' nedîtibûya. Ya jî destûr nedabûya paşmêrên DAIŞ'ê li Elmanyayê. Ez bi vê zanim û mehdê min jê li hev dikeve; Elmanya hevalbendekî abş ê dewleta Tirk e; bazirganiya çekan jî pê re dike. Di heman demê de şerm dikim. Qedexekirina sembolên YPG'ê, cihê şermê ye.
 
ÇIYAGER: Ez baş zanim ku dema vegeriyam wê polîs lêpirsîna min bike. Nizanim ku wê ceza li min bibire yan na. Ev nexweş e, lê wê lêpirsîna min bikin.
 
Peyamek we ji bo yên li Ewropayê heye?
 
EGÎD: Ji bo Rojava çi ji destê we tê bikin.
 
ARYA: Ev têkoşîn civakî ye. Mirovên li dîasporayê dibe ku ji aliyê fîzîkî ve ne li vê axê bin, lê belê gelek tişt hene ku dikarin li Ewropayê bikin. Ya ji destê wan tê bila bikin. Ji aliyê polîtîk, aborî û moralê ve divê gelên li Ewropayê destekê bidin Rojava.
 
ROBÎN: Malpereke min a medya civakî heye û ji wê derê timî mesaj tên. Mirov dibêjin xemgînin ku ji ber ne li Rojava ne. Ez dikarim vê ji wan re bêjim: eger hûn nikarin werin, tenê lê temaşe nekin. Pêşniyar li we dikim ku li Ewropayê her tiştî ji bo Rojava bikin.
 
ÇIYAGER: Têkoşîna xwe bidomînin, em li vir, hûn li wir. Em ê li her herêmê li dijî faşîzmê şer bikin û wekheviya xwe dispêre demokrasiya azadîxwaz wê bi ser bikeve.
 
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka / Erem Kansoy