Çalakiyên bi bandor yên li Efrînê hatin lidar xistin de 11 çeteyên dagirker hatin kuştin

  • 3 Kanun 2018 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li gundê Dêrmişmişê ya liser navenda Efrînê û li navenda navçeya Cindirêsê de 2 çalakiyên cûda yên bi bandor li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di derbarê çalakiyên hatine li dar xistin de;

 

 1. Di dîroka 2’ê Kanûnê, yekîneyeke me li gundê Dêrmişmişê ya girêdayî navenda Efrînê li dijî dewriyeyek yên bi navê koma çeteyên Ceyş el-Îslam çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha seyareya çeteyan hat rûxandin.

 

2. Di heman demê de yekîneyeke me li navenda navçeya Cindirêsê li dijî seyareyeke ya di baregeheke leşkerî yên çeteyên bi navê koma Ehrar el-Şam de çalakiya sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hat rûxandin. Her wiha 6 çete hatin kuştin û 8 çete jî bi giranî birîndar bûn.

 

Di encama herdu çalakiyên hatin li dar xistin de 11 çete hatin kuştin û 11 çete jî birîndar bûn. Her wiha 2 seyare jî hatin îmhakirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 3’ê Kanunê 2018